Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê: 2350 dibistan li parêzgehên rojhilatî hatine tevlîkirin
Welat TV - Hewlêr
Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyê ragihand ku di çarçoveya tevlîkirina saziyan de li parêzgehên rojhilatî, 2350 dibistnan û 38 hezar mamoste hatine tevlîkirin.
Wezaretê da zanîn ku ew dixwazin bi rêya tevlîkirina saziyên xwendinê, seqamgîriya piroseya xwendinê bi cî bike û yeksaniyê di derfetên xwendinê de peyda bike.
Di vê çarçoveyê de, Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyê duh serdana navendên ezmûnan li Qamişlo kir û diyar kir û ku navend ne amadekirî ne bi temamî, lê ya girîng ew bû ku ezmûn çêbûn, û perwerde vegeriya û ew ê havînê mamosteyan rahênan bikin, û kar ji bo nûjenkirina dibisitanan bikin.
Beriya rkeftina 29ê Çileyê di navbera hikûmeta Sûriyê û HSDê de, du rêbazên xwendinê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê dihatin xwendin, li deverên di bin kontirola HSDê de rêbazên ”Rêveberiya Xweser” û li deverên din rêbazên hikûmetê dihatin xwendin, niha careke din rêbazên xwendinê tên yekirin lê hîn dem pêwîst e ji bo xwendevanên ku rêbazên ”Rêveberiya Xweser” dixwendin da ku vegerin nava piroseya xwendinê ya hikûmî.