Ferensa tekezî li ser piştgiriya xwe ji daxwazên Sûriyan re kir

Ferensa tekezî li ser piştgiriya xwe ji daxwazên Sûriyan re kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Desteya Danûstandkar a Sûrî li gel şandeke Wezareta Ewropa û Karûbarên Derve ya Ferensayê ku ji Lionel Maza û Mariya Wedacini pêk dihat li Bruksel paytexta Belcîka civiya, rewşa siyasî li Sûriyê gotûbêj kir.

Di civînê de, Elîs Mifric, Ibrahîm Elcebawî û Tariq Kurdî beşdar bûn, li ser helwesta Ferensayê ya ku rêjîma Sûrî şermezar dike, piştgiriya mafên Sûriyan û bicîkirina biryara 2254 dike, rawestiya.

Camûs bal kişand ser hewlên desteyê derveyê çarçoveya encûmena ewlehî ji bo bidawîhatina reva rêjîma Sûrî û hevalbendên wê ji proseya siyasî, amaje kir, rola Ferensayê li ser asta Yekîtiya Ewropa û encûmena ewlehî girîng e ji bo bicîkirina biryarên navdewletî.

Civînê, xwepêşandanên aştiyane yên Siwêdayê, rewşa mirovî ya dijwar li Sûriyê, girîngiya alîkariyên mirovî û doseya girtiyan gengeşe kirin.

“Biryara 2254 çareseriya tekane ye”

Ji aliyê xwe ve, şanda Ferensî tekezî li ser piştgiriya Ferensayê ji daxwazên Sûriyan û sizakirina encamderên tawanan re kir her weha amaje kir, biryara 2254 çareseriya tekane ye ji bo serkeftina proseya siyasî li Sûriyê.

Şanda desteyê Yekşemê gihîşt Brukselê ji bo beşdarbûnê di Kongireya Brukselê ya 8an de.

Yekîtiya Ewropayê ragihandibû, Kongireya Brukselê ya 8an ji bo piştevaniya pêşeroja Sûriyê û deverê, bi beşdarbûna 800 kesî dê îro bi rê ve biçe û dê bi hemû rêkarên pêkan ji bo piştevaniya çareseriya siyasî li gorî biryara 2254 rabe.