El-Şeri’: Daxuyaniya Trump şaş hate şirovekirin û em amade ne li gel "Hizbulah" rûnin

El-Şeri’: Daxuyaniya Trump şaş hate şirovekirin û em amade ne li gel

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ behsa daxuyaniyên serokê Emerîka Donald Trump derbarê doseya "Hizbulah" û derbasbûna Sûriyê bo Libnanê û egerên rêkeftinê li gel Israîlê kir.

El-Şeri’ di hevdîtinekê de li gel kenaleke Erebî got, Trump nerehetiya xwe ji tişta li Libnanê çêdibe diyar kir, ew li rawestandina şerê li wir digere û behsa rola Sûriyê di lêgerînê de li pey çareyeke ewleh û aram kir, lê daxuyaniya wî şaş hate şirovekirin.

El-Şeri’ got jî ew rojane destê xwe berev Libnanê dirêj dikin û gelek alavên rewşa Sûriyê hene ku bandoreke erênî li Libnanê bikin. Ewlehî û aramiya Libnanê bo Sûriyê giring e û her kêmasiyeke li Libnanê, bandorê li Sûriyê dike.

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz got, baweriya wî bi diyalogê tê û ew dixwazin pirsgirêka "Hizbulah" were çareserkirin û Libnan zindî bimîne, û Sûriyê amade ye bi hemûyan re rûne.

Derbarê nûçeyên girêdayî rêkeftinên Ewlehiyê yan jî aştiyê li gel Israîl, El-Şeri’ got pêwîstiya aştiya rasteqîne bi merc û gerentiyên zelal heye.