Encûmena Sûrî Emerîkî: Kar ji bo rakirina Sûriyê ji lîsteyên piştgir ji terorê re tê kirin

Encûmena Sûrî Emerîkî: Kar ji bo rakirina Sûriyê ji lîsteyên piştgir ji terorê re tê kirin

Welat TV - Hewlêr

Encûmena Sûrî Emerîkî ragihand ku lihevkirin çêbûye ku navê Sûriyê ji lîsteya welatên piştgir ji terorê re were rakirin.

Serokê karûbarên siyasî di Encûmena Sûrî Emerîkî de Mihemed Ela’ Xanim got, sînatorê Emerîkî Joe Wilson ragihand ku ew li gel Wezîrê Derve Marco Rubio gihiştiye lihevkirinekê ji bo rakirina navê Sûriyê ji lîsteya welatên piştgir ji terorê re.

Got jî, Wilson di vê hefteyê de li encûmena nûneran a Emerîka, yasayek pêşniyar kiriye ji bo rakirina navê Sûriyê ji wê lîsteyê.

Li gorî Xanim, armanc ji vê yasayê şandina nameyekê ji Trump û wezîrê derve re ye ku Kongrês piştgiriya vê gavê dike.

Emerîka ji sala 1979an ve navê Sûriyê xistiye lîsteya welatên piştgir ji terorê re, û tevî rakirina piraniya sizayan ji piştî hilweşandina rêjîma Esed ve, lê hîn rêzbendkirina Sûriyê weke welatekî piştgir ji terorê re, berdewam e.