Tevî binpêkirinan.. Zêdetirî 10 malbatan vegeriyane Efrînê
Welat TV - Hewlêr
Pêla vegera derbider, penaber û koçberkiriyên Efrîna Rojavayê Kurdistanê bo zêdê xwe berdewam e.
Jêdereke taybet ji Welat TV re ragihand, di heyama hefteyekê de, 8 malbatên penaber li Turkiyê vegeriyane gundê Eraba yê navçeya Şiyê.
Serbar kir, 2 malbatên derbider ji Heleb û Şehbayê vegeriyane gundê Xilalika li navçeya Bilbilê.
Jêdereke ji navçeya Bilibilê Yekşemê ji Welat TV re da zanîn, malbateke derbider ji Helebê vegeriya zêdê xwe li gundê Qornê.
Li gorî jêderan, ji destpêka 2024an ve zêdetirî 100 malbatî vegeriyane zêdê xwe li gund û navçeyên Efrînê.
“Komên çekdar bacan li ser xelkê disepînin”
Piştî derbasbûna 6 salan bi ser derbiderî, koçberî û penabertiyê re û tevî hemû binpêkirinan, welatiyên Efrînê li ser vegerê rijd in.
Beriya çend rojan, jêdereke taybet ji Welat TV re eşkere kir, çekdarên ”Sultan Silêman Şah” bacên mezin li ser welatiyên ku vegeriyane Efrînê sepandine.
Tekez kir, çekdaran 10 hezar Dolarî Emerîkî weke bac li ser welatiyê Kurd Mistefa Bîlal Bîlal yê ku dema dawiyê ji Helebê vegeriyabû navçeya Şiyê sepand da ku mala wî radestî wî bikin.
Her weha 3 hezar Dolarî Emerîkî li ser welatiyê bi navê Fexrî Ehmed Mosko li gundê Çeqela Jorîn yê ku ji Turkiyê hatiye dersînorkirin, sepand.