Çalakiyên “Xîvetgeha Barzanî – Xula Yekem” berdewam in

Çalakiyên “Xîvetgeha Barzanî – Xula Yekem” berdewam in

Welat TV - Hewlêr

Çalakiyên “Xîvetgeha Barzanî – Xula Yekem” ya ku Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya ”PDK-S” li devera Barzan li Herêma Kurdistanê li dar xistî, berdewam in.

Di çarçoveya çalakiyan de, beşdarbûyên xulê serdana gundê Bêdyal kir ji bo naskirina pêkvejiyana di navbera Xiristiyan û Musilmanan de li devera Barzan, serbarî serdana şikefta Şaneder ya dîrokî li qeza Mêrgesorê li Bakur Rojhilatê Hewlêrê.

Roja Şemiyê jî, endam û kadirên PDK-Sê sardana Mezarê Nemiran, Mûzexaneya Barzanî û Yadgariya Qurbaniyên Enfalan yên Barzanî, kirin.

Roja Înê, nivîsgeha peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê destpêkirina “Xîvetgeha Barzanî – Xula Yekem” ji bo bihêzkirina şiyanên endamên xwe, ragihand.

Endamê Polîtbîro û berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê, Se’d Omer di lêdwaneke taybet de ji Welat TV re ragihand, armanc ji lidarxistina vê xîvetgehê bihêzkirina karîn û şiyanên ciwanên partiyê û handana wan ji bo beşdarbûna bi bandor di rêxistinên partiyê û xebatên hevbeş de ye.

Seîd Omer tekez kir ku kesên beşdar endam û kadirên rêxistinên PDK-Sê li Herêma Kurdistanê ne û amaje bi girîngiya wergirtina sûdê ji van çalakiyan ji bo pêşxistina ciwanên partiyê kir.