Nemsa 3000 Euro dide her penaberekî Sûrî vegere warê xwe
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Nemsayê pereyan ji bo handana vegera penaberên Sûrî bo Sûriyê terxan dike, û her penaberekî bixwaze vegere 3000 Euro jê re pêşkêş dike.
Wezîrê Navxwe yê Nemsayê di kongireke rojnamevanî de da zanîn ku ji meha bê ve, Hikûmeta Nemsayê dê dest bi bernameyeke demkî ya dana pereyan bike, ew jî ji bo handana vegera dilxwazane ya penaberan bo Sûriyê, bername dê ta meha Êlûnê berdewam bike.
Li gorî bernameyê, penaberên ku îqameya parastina demkî bi wan re ye dê 3 hezar yoro wergirin eger vegerin, û ew ên îqameya penaberiyê bi wan re heye dê ji 1000 ta 1500 Euro werbigirin.
Beriya niha hikûmeta Nemsayê ragihandibû ku ji dema hilweşîna Rêjîma Esed ve, nêzîkî 2 hezar penaberên Sûrî bi dilxwaziya xwe ji Nemsayê vegeriyane Sûriyê.