Hevpeymaniya Niştîmanî civîna xwe ya asayî li Efrînê li dar xist

Hevpeymaniya Niştîmanî civîna xwe ya asayî li Efrînê li dar xist

Welat TV - Hewlêr

Desteya Gîştî ya Hevpeymaniya Niştîmanî ya Sûrî roja Yekşemê civîna xwe ya asayê ya 71ê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê li dar xist, dawîn pêşhateyên siyasî û binpêkirinên dermafê penaberên Sûrî de bi taybetî li Libnanê gotûbêj kirin.

Li gorî Bazneya Ragihandinê ya Hevpeymaniyê, beşdarbûyan pêşhateyên proseya siyasî ya ku rêjîma Sûrî red dike, rola Neteweyên Yekgirtî di ektîvkirina proseya siyasî de û lidarxistina gereke nû ji civînên komîta destûrî ya Sûrî, gengeşe kirin.

Civînê bal kişand ser, kêşeyên mezin ên ku penaberên Sûrî rastî wan tên û pêwîstiya avêtina gavên bilez ji bo parastina wan, her weha tekezî li ser girîngiya hevkariya navdewletî ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan kir.

Amedebûyan, stratejiyên nû ji bo rûberûbûna kirîzên ku penababer rastî penaberan tên gengeşe kirin weke başkirina hemahengiya di navbera dezgehên xwecihî, herêmî û navdewletî de ji bo bihêzkirina bersivdanê di kirîzan de û girîngiya gotûbêjkirina planên stratejî yên demdirêj.

Civînê pirsgirêka derxistina yasayan ji aliyên cuda ve li deverên di bin kontirola hevpeymaniyê de, ku rewşeke aloz peyda kiriye, gotûbêj kir, amaje kir, divê yasa ji aliyekî tenê ve ku nûneratiya desthilata yasadanînê dike derkevin.