Emerîka kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê ragihand
Welat TV - Hewlêr
Hêzên Fermandariya Navendî ya Emerîka (CENTCOM) kuştina serkirdeyekî DAIŞê li Sûriyê ragihand.
CENTCOM îro di daxuyaniyekê de ragihand ku hêzên wê roja Înê ya bûrî serkirdeyekî DAIŞê bi navê Elî Hisên El-Ilêwî di êrîşeke esmanî de li bakurê rojavayê Sûriyê kuşt.
Daxuyaniyê da zanîn ku ew êrîş beşeke ji hewldanên Emerîka ji bo jinavbirina terorîstên ku hewl didin êrîşî Emerîkiyan li derve yan li hundirê Emerîka bikin.
Fermandariya Navendî ya Emerîka diyar kir ku ew ê berdewam bin di kar de li gel hevparên xwe yên herêmî di vê derbarê de.
Ji destpêka salê ve, Emerîka bi dehan navend û embarên çekan ên DAIŞê li Sûriyê ji nav birine û gelek serkirde û endamên wê kuştine.