Emerîka û Encûmena Hevakriyê ya Welatên Kendavê piştgiriya Sûriyeyeke giştgir dikin

Emerîka û Encûmena Hevakriyê ya Welatên Kendavê piştgiriya Sûriyeyeke giştgir dikin

Welat TV - Hewlêr

Emerîka û Encûmena Hevakriyê ya Welatên Kendavê piştgiriya xwe ji gelê Sûriyê re di avakirina dewleteke seqamqîr, giştgir û xwedan serwerî de nîşan da.

Îro civîneke wezarî di navbera Emerîka û Encûmena Hevakriyê ya Welatên Kendavê de li bajarê Menama paytexta Behrênê bi rê ve çû, tê de mijarên girêdayî herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di beyanameya dawîn a civînê de hat ku Emerîka û Encûmena Hevakriyê ya Welatên Kendavê piştgiriya gelê Sûriyê dikin ji bo avakirina dewleteke seqamqîr, aram, giştgir û xwedan serwerî.

Beyanameyê diyar kir jî ku Emerîka û Encûmena Hevakriyê dê berdewam bin di kar de li gel hikûmeta Sûriyê û alîkariya wê bikin di rûbirûbûna terorê, vegerandina xizmetguzariyên sereke, başkirina jîngehê ji bo weberhênanê û vegera dilxwazane ya penaber û derbideran de.