Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li karkeran kir

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li karkeran kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi helkefta Roja Karkeran a Cîhanî pîrozbahî li karkerên Kurdistan, Iraq û cîhanê kir û daxwaza başkirina şert û mercên jiyana wan kir.

Nêçîrvan Barzanî, îro di peyamekê de li ser rûpela xwe di tora civakî “Facebook” de, erk û keda karkeran û rola wan ya çalak di proseya avakirinê de bilind nirxand.

Barzanî, tekezî li ser piştevaniya berdewam ji bo hemû maf û daxwazên karkeran yên rewa û pêwîstiya hebûna yasayeke pêşkeftî ku mafên wan diparêze kir.

Serokê Herêma Kurdistanê rêxistinên karkeran han dan ji bo parastina mafên karkeran, dabînkirina derfetên kar û pêkanîna wekheviyê di vê derbarê de.

Serbar kir, divê aliyên peywendîdar çavdêriya malbatên karkerên ku di dema kar de jiyana xwe ji dest dane bikin û rewşa wan baştir bikin.