Berevaniya sivîl a Sûriyê: 12 şewat li Hesekê hatin tomarkirin

Berevaniya sivîl a Sûriyê: 12 şewat li Hesekê hatin tomarkirin

Welat TV - Hewlêr 

Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku duh bêtirî 10 şewatan li nava zeviyan li Cizîra Rojavayê Kurdistanê çêbûne, di encamê de ziyanên madî hatine tomarkirin.

Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku duh 12 şewat li nava zeviyan li Hesekê çêbûne, û ziyanên madî di encamê de hatine tomarkirin.

Berevaniya sivîl a Sûriyê da zanîn jî ku tîmên wê bi hevkariya welatiyan karîbûn wan şewatan vemirînin û nehiştin zêde belav bibin.

Berevaniyê her weha ji welatiyan xwest ku hişyar û agahdar bin, û êgir li cihên nêzîkî ziviyan vênexin.