Serok Mesûd Barzanî serdana “Xîvetgeha Barzanî – Xula Yekem” a PDK-Sê kir

Serok Mesûd Barzanî serdana “Xîvetgeha Barzanî – Xula Yekem” a PDK-Sê kir

Welat TV – Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî serdana “Xîvetgeha Barzanî – Xula Yekem” a ku Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya “PDK-S” li devera Barzan li Herêma Kurdistanê li dar xistî, kir.

Serok Barzanî li gel Mela Mistefa Mesûd Barzanî û Azad Berwarî û hejmarek berpirsên din duh, sardana xîvetgehê ji bo şopandina çalakiyên wê kir.

"Bihêzkirina karîn û şiyanên endamên PDK-Sê"

Endamê Polîtbîro û berpirsê Nivîsgeha Peywendiyên Niştîmanî ya PDK-Sê, Seîd Omer di lêdwaneke taybet de ji Welat TV re ragihand, armanc ji lidarxistina vê xîvetgehê bihêzkirina karîn û şiyanên ciwanên partiyê û handana wan ji bo beşdarbûna bi bandor di rêxistinên partiyê û xebatên hevbeş de ye.

Di çarçoveya çalakiyan de, endam û kadirên PDK-Sê sardana Mezarê Nemiran, Mûzexaneya Barzanî û Yadgariya Qurbaniyên Enfalan yên Barzanî, kirin. Her weha, çalakî û karên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Rojavayê Kurdistanê bi rêya Înfografîkekê hatin nimayîşkirin.

"Merasîmên bidawîhatinê yên xîvetgehê"

Berpirsê Nivîsgeha Pêwendiyên Niştimanî ya PDK-Sê li Herêma Kurdistanê bixêrhatina Serok Mesûd Barzanî û mêhvanan kir û got: Hatina we bo xîvetgehê cihê şanaziyê ye ji bo partiya me û kadirên beşdar. Û tekez kir "Partî û kadirên xwe dê li ser rêbaza Barzanî berdewam bin û dê kar di hemû rêxistinên partiyê de bi cidî were kirin."

Seîd Omer tekez kir ku kesên beşdar endam û kadirên rêxistinên PDK-Sê li Herêma Kurdistanê ne û amaje bi girîngiya wergirtina sûdê ji van çalakiyan ji bo pêşxistina ciwanên partiyê kir.

Ji aliyê xwe ve rêvebirê xîvtgehê Azad Cemkarî li ser hejmara beşdaran û belavbûna wan a ciyografî axivî, amaje kir, beşdaran gelek babet û semînar ji bo pêşxitin û bihêzkirina şiyanên wan wergirtin.

Şandeke serkirdayetiya PDK-Sê ku ji Endamê Polîtbîroya partiyê Hacî Kalo, Enadamên Komîta Navendî, Mihemd Elî Ibrahîm, Hiyam Ebdulrehman, Mihemed Şêrîn Mihemed Emîn, Hêvî Wanlî, Henan Sîdo û berpirsê rêxistina Roj ya PDK-Sê Kerîm Mîranî pêk dihat, beşdarî merasîmên bidawîhatinê yên xîvetgehê bû.

Di merasîmên bidawîhatinê de, bawername li ser beşdarên xîvetgehê hatin dabeşkirin her weha Koma Newroz ya Foliklorî ya PDK-Sê hejmarek dîlan pêşkêş kirin.