Qamişlo.. 2 girtiyên HSDê yên li cem hikûmeta Sûriyê hatin berdan

Qamişlo.. 2 girtiyên HSDê yên li cem hikûmeta Sûriyê hatin berdan
Wene ji erşîfê ye

Welat TV - Hewlêr

2 girtiyên din ên HSDê yên li cem hikûmeta Sûriyê hatin berdan, li bajarê Qamişlo ji aliyê kesûkarên xwe ve hatin pêşwazîkirin.

Herdu giriyên bi navên Diyar û Hesen piştî 5 meh û nîvan ji zindanên hikûmeta Sûriyê ve hatin berdan û kesûkarên wan li Qamişlo pêşwaziya wan kir.

Kesûkarên girtiyan ji Welat TV re got, ew daxwaza berdana hemû girtiyên mayî di zûtirîn dem de dikin.

Di dawiya Gulana bûrî de, pêncemîn proseya berdana girtiyên HSD yên cem Hikûmetê di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê de bi rê ve çû û 88 girtî di wê piroseyê de hatibûn berdan.

Cîgirê parêzgarê Hesekê û berdevkê tîma serokatiya Sûriyê Ehmed El-Hîlalî ji Welat TV re ragihandibû ku, nêzîkî 1200 girtiyên HSDê yên li cem hikûmetê hatine berdan û girtiyên mayî doza wan dê bi awayekî din were çareserkirin.