CENTCOM: Me 10 armancên leşkerî li Îranê bombebaran kirin

CENTCOM: Me 10 armancên leşkerî li Îranê bombebaran kirin

Welat TV - Hewlêr 

Hêzên Emerîkayê êrîşên asmanî li gelek armancên leşkerî yên Îranê li nav û derdora Tengava Hurmuzê encam dane, Fermandariya Navendî ya Emerîkayê (CENTCOM) ragihand ku balafirên wan ên şer 10 armancên leşkerî li nav û derdora tengava Hurmuzê bombe kirin.

CENTCOMê diyar kir ku di nav wan de bingehên çavdêriya leşkerî, sîstemên pêwendiyan, sîstemên berevaniya asmanî, platformên mûşek û dronan û westgehên radarê hebûn.

CENTCOMê got ku Îranê dronek avêt û li keştiya bazirganî ya Kiku ya ala Panamayê li ser bû xist, û diyar kir ku piştî êrîşên Emerîkayê yên roja Înê, derfet hate dayîn ku Tehran bîrnameya lihevtêgihiştinê biparêze, lê Îranê ev derfet red kir.

Serokê Emerîka Donald Trump jî got balafirên Emerîkayê platformên avêtina mûşek û dronan û westgehên radarê yên Îranê bombebaran kirin. Ev operasyon bersivek bû li hember binpêkirina agirbestê ji aliyê Îranê ve.

*Helwesta Îranê 

Li aliyê din, televîzyona Îranê ragihand ku dengê gelek teqîn li bajarê Sirîk û hin deverên din li başûrê Îranê hatin bihîstin. Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de got ku Êrîşa wan bersiveke bihêz bû li hember êrîşên Emerîkayê yên li ser 5 cihên beravê yên başûrê Îranê. Di heman demê de hişyarî da ku her êrîşeke nû, bi çi behane be jî, dê bi bersiveke tund were bersivandin.

Wezareta Derve ya Îranê jî êrîşên Emerîkayê şermezar kirin û got ev operasyon nîşan didin ku rêveberiya Emerîkayê tu girîngiyê nade soz û peymanên xwe.

*Xistina 9 dronan

Di warê herêmî de, kenala Fox News a Emerîkî ji hin berpirsên Emerîkî veguhest ku hêzên Emerîkayê û Behrênê 9 dronên Îranê ku ber bi hêzên Emerîkayê yên li Behrênê hatibûn avêtin xistin xwarê. Di heman demê de, artêşa Kiwêtê ragihand ku hêzên wê yên berevaniya asmanî rûbirûbûyî mûşek û dronan dibe.

"Tevgera Tengavê berdewam e"

Tevî vê pevçûnê, CENTCOM diyar kir ku tevgera keştiyên bazirganî di Tengava Hurmizê de hîn berdewam e û hêzên Emerîkayê di rewşeke amadekariya bilind de ne ji bo parastina azadiya tevgera deryayî.