Di Nîsanê de.. 376 kes li Sûriyê hatine kuştin

Di Nîsanê de.. 376 kes li Sûriyê hatine kuştin

Welat - TV Hewlêr

149 sivîl di nav de jin û zarok hene meha Nîsanê de li seranserê Sûriyê hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro di raportekê de ragihand, di Nîsanê de, 376 kes li seranserê Sûriyê hatine kuştin di nav wan de bi dehan jin û zarok hene.

Rewangehê da zanîn, ji hejmara ku hatiye belgekirin, 149 sivîl di nav wan de 15 jin û 24 zarokan hene li ser destê aliyên şer, êrîşên ku li Sûriyê hatin encamdan, di teqîna paşmayên şer de û di bin êşkenceyê de, hatine kuştin.

Serbar kir, di heman mehê de, 227 çekdar ên rêjîma Sûrî û milîsên bi ser ve, HSD û komên çekdar li Sûriyê hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan bang li aliyên navdewletî kir ji bo danîna sînorekî ji tawan û binpêkirinên li dijî welatiyên Sûrî re û sizakirina encamderên tawanan.