Desteya Balafirvaniyê: Gavên bilez têne avêtin da ku balafirxaneya Qamişlo vegere xizmetê
Welat TV - Hewlêr
Gavên bilez têne avêtin da ku careke din Balafirxaneya Qamişlo ya Navdewletî bikeve xizmetê de.
Desteya Giştî ya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê dîmenên karên nûjenkirina Balafirxaneya Qamişlo belav kirin û got ku gavên bilez têne avêtin da ku careke din bikeve xizmetê de.
21ê Sibata bûrî, hikûmeta Sûriyê bo qonaxa veguhêz balafirxaneya Qamişlo ya navdewletî, di çarçoveya bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê de, ji HSDê wergirt.
Serokê desteya giştî ya balafirvaniya sivîl a Sûrî Umer El-Hesrî ragihandibû ku wergirtina balafirxaneya Qamişlo gaveke girîng e di çarçoveya birêvebirina balafirxaneyan di bin sîwana hikûmetê de.