14 şewat di rojekê de li deverên cuda yên Cizîrê çêbûn

14 şewat di rojekê de li deverên cuda yên Cizîrê çêbûn

Welat TV - Hewlêr 

Li Parêzgeha Hesekê di rojekê de 14 şewat hatine tomarkirin.

Rêveberiya hawarçûnê ya Hesekê îro ragihand ku duh Sêşemê tîmên wê bersiva 14 şewatan daye, agir li zeviyên genim û ceh û zeviyên hatî cinîn bûn.

Rêveberiya hawarçûnê ya Hesekê diyar kir ku tevaya agiran hatin kontrolkirin û ziyanên madî hatine tomarkirin.

*262 bûyerên şewatê

Beriya 2 rojan, Navenda Vemirandinê li parêzgeha Hesekê ragihandibû ku ji destpêka demsala çinînê heta 28 Hezîranê, 262 bûyerên şewata zeviyên çandiniyê li parêzgehê çêbûne û di encamê de 33 hezar û 16 donim zevî şewitîne.

Navendê diyar kir ku Ji wan hezar û 795 donim zevî genim, 999 donim ceh, û 30 hezar û 222 donim pirêz ne.