3 ji wan Kurd in.. El-Şeri' 70 endamên Encûmena Gel destnîşan kirin

3 ji wan Kurd in.. El-Şeri' 70 endamên Encûmena Gel destnîşan kirin
3 ji wan Kurd in.. El-Şeri' 70 endamên Encûmena Gel destnîşan kirin

Welat TV - Hewlêr

Îro 70 navên lîsteya serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' yên Enûmena Gel hatin ragihandin û navên 3 endamên Kurd jî tê de hebûn.

Lîste ji navên 55 endamên mêr û 15 endamên jin pêk tê.

Serokê Komîta Bilind a Hilbijartinan Mihemed Taha El-Ehmed daxwaz kir ku yekem rûniştinên Encûmenê roja Duşemê 6ê Tîrmehê were lidarxistin.

*"Kurd pêkhateyeke resen e"

Serokê Komîta Hilbijartinan got ku "pêkaheta Kurd pêkhateyeke resen a Sûriyê ye, û em pê şanaz in".

Her weha got ku navên di lîsteyê de hatine destnîşankirin ne li gor bingeha dabeşkirina siyasî bûn, lê li gor pisporî, karîn û kesatiyên niştîmanî ne.

*Endamên lîsteya El-Şeri' yên ji Hesekê

Di lîsteya serokê Sûriyê de 7 endam ji Parêzgeha Hesekê hatine destnîşankirin. Ew jî ev in:

- Dr. Ebdulhekîm Beşar 
- Dr. Mustefa Ebdî 
- Gabriyêl Mûşê 
- Ehmed Newaf El-Cerba 
- Ebdulhemîd El-Ewak 
- Yasir Silêman Mensûr 
- Mihemed Heso

*Endamên Kurd di Encûmena Gel de
 
Di lîsteya El-Şeri' de 3 endamên Kurd hatin destnîşankirin: "Serkirdeyê PDK-Sê Dr. Ebdulhekîm Beşar, Dr. Mustefa Ebdî endamê Tîma serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29 Çileyê û Yasir Mensûr El-Hîlalî".

Bi vê yekê hejmara giştî ya endamên Kurd ên Encûmena gel a Sûriyê dibe 12 endam: "ji parêzgeha Hesekê 7 endam, ji Efrînê 3, Kobanî 1 û Til Erenê 1 endam.