Ehmed El-Şeri’ û Mîrê Qeterê pêwendiyeke telefonî encam da
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri’ û Mîrê Qeterê Temîm Bin Hemed Al Sanî pêwendiyeke telefonî encam da.
Li gorî ajansa Sana, pêşhateyên deverê û danûstandinên Emerîka û îranê di çarçoveya bîrnameya wan a lihevtêgihiştinê de, hatin gotûbêjkirin.
Her weha hewlên pêşvebirina çareseriyên deplomatîk ji bo bihêzkirina ewlehî û aramiya herêmî, gotûbêj kirin.
Her di wê pêwendiyê de, El-Şeri’ û Bin Temîm tekezî li ser berdewamiya hemahengê û şêwirê û piştgiriya hewlên herêmî û navdewletî ji bo bihêzkirina aramiyê û parastina ewlehiya deverê kir.