Hilmeteke paqijkirinê li nava daristana Kobaniyê bi rê ve çû

Hilmeteke paqijkirinê li nava daristana Kobaniyê bi rê ve çû

Welat TV - Hewlêr

Şaredariya bajarê Kobaniyê hilmetek ji bo paqijkirina daristina bajêr encam da, û berpirsê bajêr bangê li xelkê dike ku jîngehê biparêzin.

Encûnema bicîkar a şaredariya bajarê Kobaniyê bi beşdariya berpirsê bajêr Mihemed Mihemed hilmetek ji bo paqijkirina daristana Kobaniyê bi rê ve bir.

Di wê hilmetê de, gilêş û paşmayên li nava daristanê hatin paqijkirin ji bo parastina jîngehê.

Di hilmetê de, ji bilî endam û karmendên şaredariyê, hejmarek xwendevanên zanîngehê jî beşar bûn.

Berpirsê bajarê Kobaniyê Mihemed Mihemed daxwaz ji xelkê kir ku dema derdikevin seyranan gilêşê li cihekî kom bikin da ku şaredarî bi asanî karibe paqij bike û jîngeh were parastin.