Rêxistina Asûrî ya Demokratîk hilweşandina avahiya şaredariya Qamişlo şermezar dike

Rêxistina Asûrî ya Demokratîk hilweşandina avahiya şaredariya Qamişlo şermezar dike

Welat TV - Hewlêr 

Rêxistina Asûrî ya Demokratîk hilweşandina avahiya şaredariya Qamişlo ya dîrokî şermezar kir û got, destêwerdaneke xerab di nasname û dîroka bajêr de ye, û divê lêkolîneke zelal û bêalî di vê derbarê de were encamdan.

Rêxistina Asûrî ya Demokratîk di daxuyaniyekê de da zanîn, Aliyên ku biryara hilweşandina avahiyê daye û aliyên ew biryar bi cî kiriye berpirsiyaretiya yasayî û rewiştî ya vî karî radikin.

Rêxistina Asûrî ya Demokratîk diyar kir ku, divê rêkarên yasayî derheqê aliyên ku destê wan di vê biryarê de heye werin standin.

Rêxistinê bang li civaka sivîl, rêxistinên yasayî û xelkê Qamişlo kir ku karên hevbeş ji bo parastina avahiyên dîrokî yên mayî bikin.