Medyaya Fransayê: Macron serdana Şamê dike

Medyaya Fransayê: Macron serdana Şamê dike

Welat TV - Hewlêr

Serokê Fransa Emmanuel Macron serdana Şamê dike û li gel serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ dicive.

Li gorî hin dezgehên ragihandinê yên Fransayê, sibe 6ê Tîrmehê, Emmanuel Macron serdana Şamê dike û li gel Ehmed El-Şeri´ dicive.

24ê Nîsana bûrî, El-Şeri´ û Macron di çarçoveya beşdariyê di lûtkeya awarte ya Yekîtiya Ewropa û hevkarên wê de li Nêqosiya paytexta Qubrisê civiyan.

Di wê civînê de, behsa peywendiyên di navbera herdu welatan de û pêşhatên herêmî hate kirin.

Piştî hilweşandina rêjîma Esed, di 7ê Gulana 2025an de, El-Şeri´ di yekem serdanên xwe bo Ewropayê de, serdana Fransayê kir û li gel Macron civiya.