Peywendiyên Sûriyê û Fransayê piştî ketina Esed

Peywendiyên Sûriyê û Fransayê piştî ketina Esed

Welat TV - Hewlêr

Piştî hilweşandina rêjîma Esed di 8ê Berçileya 2024an de careke din peywendiyên ku ji 2012an ve di nabvera Sûriyê û Farnsayê de hatibûn birîn careke din vegeriyan.

Di meha 17ê Berçileya 2024an de, wate piştî 9 rojan ji hilweşandina rêjîma Esede, Fransa piştî 12 salan ji girtinê careke din balyozxaneya xwe li Şamê vekir, wê demê Wezareta Derve ya Fransayê got ku tîma wê ya diplomatîk ku serdana Şamê kirî ji hikûmeta veguhêz xwest ku şerê DAIŞ û grûpên terorîst ên din berdewam bike.

*Serdana El-Şeri´ bo Parîsê

7ê meha Gulana 2025an, serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ serdana Parîs paytexta Fransatê kir û li gel serokê Fransayê Emmanuel Macron civiya, ew yekem serdana El-Şeri´ bû bo Ewropayê piştî hilweşandina rêjîma Esed.

Di wê serdanê de, behsa qonaxa veguhêz li Sûriyê, beşdarkirina hemû pêkhateyan di Sûriya nû de, danûstandinên bi Israîlê re derbarê deveran başûrê Sûriyê û hin mijarên din hate kirin, piştre danûstandinên Sûriyê û Israîlê destpêka 2026an li Parîsê bi navbênkariya Emerîka bi rê ve çûn, şanda Sûrî bi Serokatiya Wezîrê Derve Es´ed El-Şeybanî bû û li gorî ku hatî behskirin ew danûstandin bi awayekî erênî bi rê ve çûn.

*Civîna li Qubrisê

24ê Nîsana bûrî, El-Şeri´ û Macron di çarçoveya beşdariyê di lûtkeya awarte ya Yekîtiya Ewropa û hevkarên xwe li Nêqosiya paytexta Qubrisê civiyan.

Di wê civînê de, behsa peywendiyên di navbera herdu welatan de û pêşhatên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Di 2012an de Fransa ji ber serkutkirina xwepêşandanan peywendiyên xwe bi rêjîma Esed re birîn, û piştî ketina Esed, niha êdî peywendî li ser astên herî bilind di navbera herdu welatan de hene, em ê niha ji we re behsa wan peywendiyan bikin