Efrîn.. Zarokek piştî 3 rojan ji wendabûnê hat dîtin

Efrîn.. Zarokek piştî 3 rojan ji wendabûnê hat dîtin

Welat TV - Hewlêr

Zarokê ji Efrînê yê bi navê Mihmed Mistefa piştî 3 rojan ji wendabûnê îro li navçeya Raco hate dîtin.

Îro 2 ciwanên ji gundê Be´dîna Mihmed Mistefa yê 12 salî li devera di navbera gundên Dumilya û Qude li navçeya Raco dît.

Piştî ku herdu ciwanan ew zarok dît, wan aliyên peywendîdar agehdar kir û Mihemed bo nexweşxaneya Sûrî ya pispor li Efrînê hate veguhestin.

Rewşa Mihemed a tendirustî xerab e û niha di bin çavdêriya tendirustî de ye li nexweşxaneyê.

Mihemed Mistefa ji gundê Dumilya ye, nexweşê otîzmê ye, ji 2yê mehê ve wenda bûye, û di 3 rojên bûrî de, lêgerîn ji aliyê xelkê û rêveberiya devera Efrînê ve li wî berdewam bûn.