Tankeke avê bi 5.75 dolaran li Hesekê tê dagirtin

Tankeke avê bi 5.75 dolaran li Hesekê tê dagirtin

Welat TV - Hewlêr 

Tankeke ava vexwarinê ku ji 5 bermîl av pêk tê, li hin taxên Hesekê bi 7.50 Lîreyên Sûrî yên nû wate derdora 5.75 sêntan tê dagirtin.

Jêderên xwecihî ji Hesekê da zanîn ku tankeke ava vexwarinê li hin taxên Hesekê digihe 7.50 lîreyên Sûrî yên nû wate 75 hezar lîreyên kevin û li hin taxan jî bi derdora 6 hezar lîreyên nû tê firotin.

Jêderan diyar kir, ku ev nirxê bilind di demekê de ye, ku xwediyên tankerên avê, para xwe ya mazotê werdigirin.

Li gorî wê jêderan, nirxê firotina avê gelekî giran e, û ne li gorî karînên welatiyan e, ku di rewşên abûrî yên dijwar de dijîn.

Ev çend sal in, xelkê Hesekê ji kirîza ava vexwarinê dinalin, sedema sereke ya kirîzê jî birîna ava westgeha Elok, li Serê Kaniyê ji 2019an ve ye, niha hikûmet dibêje ew kar dikin ji bo nûjenkirina westgehê û hêla veguhestina avê û çareserkirina vê kirîzê.