El-Şeri´ û Macron serdana mizgefta Umewî li Şamê kir

El-Şeri´ û Macron serdana mizgefta Umewî li Şamê kir

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ û Serokê Fransayê Emmanuel Macron serdana mizgefta Umewî li Şamê kir.

El-Şeri´ û Macron şeva bûrî serdana mizgefta Umewî kir û serokê Fransayê gotinek di tomara mîvanan de nivîsî.

Macron got ku ew kêfxweş e îro li mizgefta Umewî ye, ku tomara bîrdanka bajêr e û dîrokekek dirêj a ol û şaraistaniyê li xwe digire.

Serokê Fransayê da zanîn ku di mizgefta Umewî de, perestgehên Romanî û dêrên kiristiyanan li hev dicivin û yekîtiya gelê Sûriyê û hêza wî diyar dikin.

Macron got jî, di van rojên ne aram ku dever tê re derbas dibe de, Sûriyê ji nû ve li ser lingên xwe radiweste, bi rêya yekîtiya gelê xwe û baweriya wî bi pêşerojê û Fransa jî li kêlek gelê Sûriyê ye.

Macron yekem serokê welatên Yekîtiya Ewropayê ye ku serdana Sûriyê dike piştî hilweşandina rêjîma Esed.