Sûriyê û Fransayê hejmarek rêkeftin di warê weberhênanê de îmze kirin

Sûriyê û Fransayê hejmarek rêkeftin di warê weberhênanê de îmze kirin

Welat TV - Hewlêr

Sûriyê û Fransayê hejmarek rêkeftin di warê weberhênanê de îmze kirin.

Bi beşdariya serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ û serokê Fransayê Emmanuel Macron, civîneke girêdayê weberhênanê li Sûriyê bi rê ve çû.

Piştî civînê, hejmarek rêkeftin û bîrnameyên lihevtêgihiştinê di warên weberhênanê de hatin îmzekirin.

Ew rêkeftin, dubare avakirinê, karta bankî, jêrxane û gelek warên din li xwe digirin.

Di vê derbarê, Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ da zanîn ku Hevpariya Sûrî – Fransî giringiyê dide pirojeyên bicîkar dûr ji diruşman û Nexşerêyeke giştgir di navbera Sûriyê û Fransayê de heye ji bo hevparî û dubare avakirinê.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Fransayê Emmanuel Macron da zanîn ku ew ê komîteyên abûrî ava bikin ji bo dubare avakirinê li Sûriyê û ew tekeziyê li ser berdewamiya hevkariyê bi Sûriyê re dikin.