El-Şeri’ li gel şandeke Kongires û Tom Barrack li Enqereyê civiya
Welat TV - Hewlêr
Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri’ li Enqereyê li gel Şandeke Kongirês û Tom Barrack civiya.
Îro 8ê Tîrmeha 2026an, Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz îro li gel Şandekê gihişte Enqereyê Paytexta Turkiyê.
Serokatiya Sûriyê ragihand, El-Şeri’ li gel şandekê ji Kongirêsa Emerîkî û Şandiyê Serokê Emerîka bo Sûriyê û Iraqê Tom Barrack civiya.
Serokatiya Sûriyê got jî, di civînê de wezîrê derve Es’ed El-Şeybanî amade bû, bê ku tu zanyariyan li ser naveroka civînê belav bike.
Di çarçoveya lutkeya Natoyê li Enqereyê, Serokê Sûriyê bo Qonaxa Veguhêz Ehmed El-Şeri´ û Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan civiyan, her weha Ehmed El-Şeri´ li gel Serokê Emerîka Donald Trump jî civiya.