Kobanî ne "Eyn El-Ereb"

Kobanî ne

Ebdo Ehmed 

Ev çend roj in navê bajarê min (Kobanî) bûye rojev, nêrînên cuda di vê derbarê de derketine, dema ku nêrîn derbarê mijarekê zêde dibin divê mirov vegere koka peyvan.

Nêrîna herî bihêz li ser navê Kobaniyê ew e, ku navê bajêr vedigere kompaniya ku hêla tirênê B.B.B ya ku di kêlek Kobaniyê re derbas dibe, ku sala 1903 wê pirojeyê dest pê kir (li Kobaniyê sala 1911 kompaniyê dest bi kar kir) û sala 1940 yekem tirên bi rêya wê hêlê ji Stenbolê berev Bexdayê bi rê ket, di wan salan bajar weke gundekî bû û xelkê dema berê xwe dida kompaniyê digot: Em diçin kompanî, bi bûrîna demê re navê wî gundî ku niha bûye bajar bi navê kompaniyê ve hate girêdan, lê ew gotin sivik bû û ji bajêr re hat gotin (Kobanî).

*Navê bajêr di qonaxên cuda de

Piştî şerê li Sûriyê û kontirolkirina deverên Kurdî ji aliyê "Rêvebirina Xweser" ve, dibistanên Kurdî hatin vekirin di rêbazên wan dibistanan de navê Kobaniyê weha hate nivîsandin (Kobanê), kesên ku guh didin zimên ew guhertin red kir, piştî çend salan saziyên "Rêveberiya Xweser" navê bajêr ê resen (Kobanî) bi kar anî, bo nimûne: Di destpêka vekirinê de navê zanîngeha bajêr weha dihat nivîsandin (Zanîngeha Kobanê) lê niha navê wê weha hatiye nivîsandin (Zanîngeha Kobaniyê).

Eger em behsa navê bajêr di tomarên hikûmeta Sûriyê de bikin (Eyn El-Ereb) ev nav ji mîratên rêjîma hilweşandî yên şovînî ye û divê were guhertin, ji ber ku ew nav dikeve di çarçoveya te'rîbkirina navên deverên Kurdî de, ew nav jî vedigere kaniya Ereban a li bajêr, ku berê Erebên koçer pezê xwe li ser wê kaniyê av dida.

*Nivîsandina navê Kobaniyê di nava hevokan de

Di Kurdî de, dema ku em behsa çûna cihekî dikin, tewandina navên bajaran li gorî zayenda wan (nêr an mê) tê guhertin:

*Navên Bajarên Mê (Qertafa -ê digirin)

*Navên bajarên Nêr jî (Qertafa -î digirin)

Navê Kobaniyê weke Mê tê tewandin û tîpa nav a dawiyê dengdar e, loma di dema tewandinê de weha tê nivîsandin: (Kobanî = Kobaniyê)

Çend nimûne:

*1- (Kobanî): Ez ji Kobaniyê me.

*2- (Efrîn): Ez diçim Efrînê.

*3- (Dêrik): Ew çû Dêrikê.

*Gotina dawiyê 

Di dawiyê de, hêvîdar im ku taybetmendiya Kobaniyê û hemû bajarên din di Sûriyeya nû de parastî be, ji ber ku pirengî dewlemendî ye û yekrengî lawazbûn e.