Trump biryara rakirina Sûriyê ji lîsteya welatên piştevan ji terorê re da
Welat TV - Hewlêr
Rêkarên rakirina Sûriyê ji lîsteya Emerîka ya welatên ku piştevan ji terorê re dest pê dikin.
Serokê Emerîka Donald Trump ev yek di nameyekê de bo serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri´ ragihand û diyar kir ku wî soz daye hemû astengiyên li pêş avakirina Sûriyê rake.
Donald Trump di nameya xwe de got ku wî Kongrês agehdar kiriye bi biryara xwe ya rakirina Sûriyê ji lîsteya Emerîka ya welatên ku piştevaniya terorê dikin û li gorî yasayê kongirês dê 45 rojan li biryarê vegere ji bo temakirina wê.
Trump diyar kir jî di demeke nêzîk de dubare avakirina Sûriyê dest pê dike û kompaniyên Emerîkî amade ne ji bo weberhêanê li Sûriyê.
Serokê Emerîka da zanîn ku ew li benda bandora erênî ya vê biryarê ye li ser gelê Sûriyê û kûrahiya hevpariyê di navbera herdu welatan de.