CENTCOM: Me 90 baregeh û navendên leşkerî yên Îranê kirin armanc

CENTCOM: Me 90 baregeh û navendên leşkerî yên Îranê kirin armanc

Welat TV - Hewlêr 

Fermandariya Navendî ya Emerîka CENTCOM ragihand ku, gereke nû ji êrîşan li dijî îranê dest pê kir û 90 baregeh û navendên leşkerî yên Îranê armanc kirin.

CENTCOM di daxuyaniyekê de da zanîn ku, "Hêzên me hejmareke êrîşên din li dijî Îranê encam dane, di wan êrîşan de 90 baregehên leşkerî, sîstemên berevaniya esmanî, navendên çavdêriya beravayî, embarên mûşek û dronên Îranê û jêrxaneya deryayî armanc kirine".

CENTCOM her weha got, armanc ji van êrîşan jinavbirina karînên Îranê ne, da ku nikaribe careke din êrîşî keştiyên bazirganî di tengava Hurmizê de bike, û tekez kir ku hêzên me di amadebaşiyê de ne

Piştî ku Îranê êrîşî hejmarek keştiyên bazirganî li tengava Hurmizê kiribû û agirbesta di navbera wê û Emerîka de binpê kiribû, êrîşên Emerîka li ser Îranê dest pê kir.