Hikûmeta Sûriyê: Hêzên me serkiredeyekî DAIŞê girt
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Sûriyê ragihand ku wê serkirdeyekî rêxistina DAIŞ a terorîst girtiye û hin şaneyên wê ji nav bir.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê îro da zanîn ku hêzên wê hin şaneyên DAIŞê li başûrê Sûriyê ji nav birin û serkirdeyê rêxistina terorîst ê bi navê Fîras Daxir û hejmarek berpirsên wê girtin.
Wezaretê diyar kir ku Daxir gelek post di rêxistina DAIŞê de wergirtibûn weke posta waliyê Libnan û Filsetînê di rêxistina terorî de her weha weke parêzvanê xelîfeya DAIŞê kar kiribû.
Li gorî wezaretê wan şaneyan karên terorkirin, talankirin û perpêdana DAIŞê dikirin.
Ev yek tê piştî 3 rojan ji herdu teqînên Şamê ku tê de "kesek hate kuştin û 36 kes birîndar bûn" li gorî amarên wezareta tendirustiyê ya Sûriyê.
►Her weha bixwîne.. 2 teqîn li Şama çêbûn