Şêniyên Kobaniyê li dijî bikaranîna navê "Eyn El-Ereb" derketin xwepêşandanê
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Kobaniyê xwepêşandanek li dijî bikaranîna navê Eyn El-Ereb di belgeyên Fermî de hate lidarxistin.
Îro 9ê Tîrmeha 2026an, bi sedan ji şêniyên Kobaniyê derketin xwepêşandanê, di xwepêşandanê de daxwaza çespandina navê Kobaniyê di belgeyên fermî yên dewleta Sûriyê de kir.
Xwepêşanderan, bikaranîna her navekî din ji bilî Kobaniyê weke, "Eyn El-Ereb, Eyn Îslam, Erebpînar û Kantona Feratê" red kir.
Xwepêşandanek li dijî bikaranîna navê "Eyn El-Ereb" di belgeyên Fermî de rawestiyan, û daxwaza çespandina navê Kobaniyê kir.