Hikûmeta Sûriyê: Şaneya ku teqînên li Şamê encam dabûn hat giritin

Hikûmeta Sûriyê: Şaneya ku teqînên li Şamê encam dabûn hat giritin

Welat TV - Hewlêr

Hêzên ewlehiyê yên Sûriyê şaneya ku bi teqînên li Şam û gundewarê wê rabûye girt.

Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand ku, hêzên wê di piroseyeke ewlehî de bi hevkarî û hemahingî li gel istxbarata giştî hemû endamên şaneya ku bi teqînan rabûye girit.

Li gorî wezaretê, wê şaneyê di yek demê de bi zincîrek teqîn li Şamê û gundewarê wê rabûye.

Ji aliyê xwe Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Enes Xetab li ser tora X ragihand ku, wan hemû endamên şaneyê giritine û piştî bidawîbûna lêkolînan ew ê nasnameya endamên şaneyê eşkere bikin.

7ê Tîrmehê 2 teqîn li nêzîkî Wezareta geştiyariyê li Şamê çêbûbûn herdu jî hevdemê serdana serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Şamê bûn û li nêzîkî cihê mana wî bûn, di wan teqînan de kesek hat kuştin û 36 kes birîndar bûn li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê.