Hikûmeta Sûriyê vekirina navendeke bazirganiyê ya Rûsî li bendera Tertûsê red dike
Welat TV - Hewlêr
Hikûmeta Sûriyê nûçeyên derbarê vekirina Rûsiya ji navendeke bazirganiyê re li bendera Tertûsê red kirin.
Rêveberê Peywendiyan di Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikê ya Sûriyê de Mazin Elûş di daxuyaniyekê de ragihand ku gotegotên derbarê vekirina Rûsiya ji navendeke bazirganiyê re li bendera Tertûsê dûr ji rastiyê ne.
Mazin Elûş banga wergirtina zanyariyan ji jêderên fermî kir û diyar kir ku her pirojeyek an lihevtêgihiştineke navdewletî di vê derbarê de dê bi rêya kenalên fermî were ragihandin.
Ev daxuyanî di demekê de ye, ku ajansa Reutersê ragihandibû: Rûsiya pilan dike ku navendeke lojistîk a bazirganî di hundirê bingeha xwe ya deryayî de li bendera Tertûsê veke ji bo bihêzkirina bazirganiya xwe bi rêya berava Sûriyê.
Di Hezîrana bûrî de, Encûmena Kar a Rûsî – Sûrî ragihandibû ku pilanên wê hene ji bo avakirina navendekê ji bo komkirin û belavkirina kelûpelên Rûsî di bendera Tertûsê de.