Malperên elekitronî yên balafiraneyên Şam û Helebê yên navdewletî hatin ragihandin

Malperên elekitronî yên balafiraneyên Şam û Helebê yên navdewletî hatin ragihandin

Welat TV - Hewlêr

Desteya Balafirvaniya Sivîl a Sûriyê malperên elekitronî y yên balafirxaneyên Şam û Helebê yên navdewletî ragihandin û diyar kir ku ew malper di qonaxa têstê de ne.

Desteya Balafirvaniyê got ku ew ê di qonaxa têstê de têbîniyên xelkê derbarê herdu malperan werbigirin û rêkarên teknîkî yên pêwîst encam bidin ji bo ragihandina malperan bi awayekî fermî.

Li gorî desteyê, herdu malper xizmetguzariyên weke lîsteya geştan, wergirtina gilî û pêşinyaran û gelek xizmetên girêdayî geştên esmanî li xwe digirin.

Desteya Balafirvaniya Sivîl diyar kir ku ev gav dikeve di çarçoveya hewlên wê ji bo pêşxistina xizmetguzariyên dijîtal û asankirina gihiştina xelkê bo zanyarî û xizmetguzariyên Internetê.