Welatî banga çareseriyan dikin.. Kirîza ava vexwarinê li Hesekê dijwartir bûye
Welat TV - Hewlêr
Kirîza ava vexwarinê li Hesekê li gel bilindbûna pileyên germayê dijwartir bûye, gelek welatî nikarin avê bikirin û banga dîtin çareseriyan dikin.
Bi hatina havînê re pêwîstî bi avê zêde bû û ji ber ku ava vexwarinê ev çend sal in ji ser bajêr hatiye birîn, hin malbat ava vexwarinê dikirin, ku nirxê dagirtina her tankeke avê ya ku ji 5 bermîlan pêk tê di navbera 60 ta 75 hezar lîreyên Sûrî yên kevin e (750 lS yên nû) wate derdora 5.75 dolarên Emerîkî ye, lê karîna gelek malbatan tune ye ku avê bikirin û di sireyê de li ser tankên ku rêxistinên mirovî li kolanan danîne radiwestin ji bo budestxistina du sê galon av.
*Welatî banga çareseriyan dikin
Welatiyê bi navê Ugle Ferhan ji Welat Tv re dibêje: ”Em gelekî ji ber nebûna ava vexwarinê dinalin, dibe ku ava xizmetguzariyê ji bîran be û ne paqij be, ew av jî ji bo vexwrinê nabe û nirxê tankek av li cem piraniya xelkê tune ye”.
Welatiyê bi navê Ehmed Xelef jî dibêje: Xel ji ber pirsgirêka avê dinalin bi taybetî di van şer û mercan de, em sozan werdigrin lê tiştekî li ser erdê nabînin, biryar bû ava Elokê destpêka mehê bihatiba, îro 10ê mehê ye û hîn ew av nehatiye... Ez ji derdora 8 km hatime û ev 2 demjimêr in ez rawestiyame da ku galonên avê dagirim, weke min bi hezaran malbat hene ku li vir di vê rewşê de dijîn, xwezî çareseriyek ji mijara avê re hatiba dîtin”.
*Mangirtinên xwediyên tankeran
Tevî ku nirxê dagirtina tankeke avê bilind e li gorî karînên welatiyan, lê her çend rojan xwediyên tankerên avê ji ber kêmbûna para mazotê mangirtinê radihînin, ev yek jî bandoreke xerab li xelkê dike û kirîzê dijwartir dike.
Ev çend sal in, xelkê Hesekê ji ber kirîza ava vexwarinê dinalin, sedema sereke ya kirîzê jî birîna ava westgeha Elok a li Serê Kaniyê ye ji 2019an ve. biryar bû destpêka vê mehê ava Elok bo Hesekê bihatiba berdan lê hikûmet dibêje hîn karên nûjenkirina westgehê û hêla veguhestina avê bi dawî nebûne û dema ku karên nûjenkirinê bi dawî bibin ew ê avê berde.