Berpirsine Emerîkî: Danûstandinên Emrîka û Îranê berdewam in

Berpirsine Emerîkî: Danûstandinên Emrîka û Îranê berdewam in

Welat TV - Hewlêr

Berpirsine Emerîkî da zanîn ku danûstandinên ji bo rêkeftineke etomî di navbera Emrîka û Îranê de berdewam in.

Berpirsekî Emerîkî ji ajansa reutersê re ragihand ku Emerîka hîn pabend e bi dîtina çareseriyekê bi Îranê re û danûstandinên teknîkî di vê derbarê de berdewam in.

Malpera Axios jî li ser zarê berpirsekî Emerîkî veguhest ku rêveberiya Trump hîn pabend e bi dîtina çareseriyekê bi Îranê re û danûstandinên teknîkî ji bo rêkeftineke etomî bi rê ve diçin.

Wî berpirsî diyar kir ku bîrnameya lihevtêgihiştinê di navbera Emerîka û Îranê de li ser bingeha pabendiyê ye û Tehran di vê yekê de bi ser neketiye.

Daxuyaniyên berpirsên Emerîkî tên piştî êrîşên Emerîka li ser Îranê di 7 û 8ê vê mehê de, ji ber êrîşa li ser 3 keştiyên bazirganiyê li tengava Hirmuzê ku Emerîka Îran bi wê êrîşê tometbar kir, Tehranê jî bersiv da û êrîşî bingehên Emerîka li welatên kendavê kir.