Trump: 1000 mûşek bo bombebarankirina Îranê amade ne eger hewla kuştina min bide

Trump: 1000 mûşek bo bombebarankirina Îranê amade ne eger hewla kuştina min bide

Welat TV - Hewlêr

Serokê Emerîka Donald Trump gef li Îranê xwar ku eger Îran hewla kuştina wî bide, dê bi tundî were bombebarankirin.

Serokê Emerîka Donald Trump got, 1000 mûşek niha amade ne, ku berev Îranê werin avêtin, eger Îran hewl bide gefa xwe bi kuştina min bi cî bîne, û di pey re jî dê bi hezarên mûşekan werin avêtin.

Trump got jî, Min ferman daye û artêşa Emerîkî amade ye, û dikare di salekê de tevaya deverên Îranê ji nav bibe û wêran bike.

*Plana kuştinê

Medyaya Emerîkî dabû zanîn ku Israîlê di vê hefteyê de hejmarek zanyarî li gel Emerîka parve kirine, ew zanyarî derbarê planeke Îranê ya nû ji bo kuştina Trump in.