Yekemîn rûniştinên Encûmena Gel îro ye
Welat TV - Hewlêr
Îro Yekşemê 12 Tîrmehê, encûmena gel a Sûriyê yekemîm rûniştina xwe li dar dixe.
Jêderekê ji encûmena gel a Sûriyê ji Welat TV re got, îro encûmena gel yekem rûniştina xwe li dar dixe.
Biryar bû, 6 vê mehê yekem rûniştina Encûmena Gel li dar ketiba, lê piştre bo demeke nediyar hatibû paşxistin.
1ê meha Tîrmehê serokê Sûriyê 70 endamên encûmena gel a Sûriyê destnîşan kir û bi vê yekê piroseya hilbijartin û destnîşankirina endamên encûmenê ji bilî 3 endamên parêzgeha Siwêdayê ku heta niha nehatine hilbijartin bi dawî bû.
Tê çaverêkirin ku, 207 endam ji koka 210 endaman di civîna îro de beşdar bin. Hejmare endamên Kurd di encûmena Gel a Sûriyê de, ji Cizîr, Kobanê û Efrînê 12 endam in.