Libnan.. Zarokekî Kurd bi vexwarina dermanekî giyayî jiyana xwe ji dest da
Welat TV – Hewlêr
Zarokekî penaber li Libnanê bi şaşîtî dermanê giyayî vexwar, piştî çend rojan ji wergirtina çareseriyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Îro 12 Tîrmeha 2026an, malbatê ji Welat TV re got, zarokê bi nave Elî Hebîb Ibrahîm li bajarokê Edûsiyê li Seyda dermanê giyayî vexwar û 9 rojan di nexweşxaneyê de ma, ji ber belavbûna jehrê di canê wî de û têkçûna rewşa wî ya tendirustî duh jiyana xwe ji dest da.
Zarok 9 salî bû, ji şêniyên navçeya Şiyê ye û li gel malbata xwe li wî bajarokî dijiya, bavê wî li nav baxçeyan kar dike, termê wî li Libnanê hat veşartin.