Xwediyên çavkaniyên dagirtina avê li Hesekê karê xwe radiwestînin

Xwediyên çavkaniyên dagirtina avê li Hesekê karê xwe radiwestînin

Welat TV - Hewlêr

Kêmbûna mazotê, karê bi dehan çavkaniyên dagirtina avê, li Hesekê rawestandiye.

Li gorî zanyariyên Welat TV, ji ber kêmkirina para wan a mazotê, xwediyên çendîn çavakaniyên dagirtina avê li Hesekê bi demjimêrên dirêj karê xwe radiwestînin.

Xwediyên çavakaniyên dagirtina avê diyar kirine ku kirîna mazota azad, wan neçarî bilindkirina nirxên dagirtina avê dike.

*Nirxê kirîna avê

Jêder tekez dikin ku, ev yek hevdemê zêdebûna kirîza ava vexwarinê li Hesekê tê. Malbatên ku pêwîstiya wan bi ava vexwarinê heye, tankeke avê ya ku ji 5 bermîlan pêk tê di navbera 60 ta 75 hezar lîreyên Sûrî yên kevin wate derdora 5.75 dolarên Emerîkî dikirin.