Ehmed Hesen: Turkiyê ji 7 gundên Efrînê vedikişe û 400 malbat vedigerin
Welat TV - Hewlêr
Serokê Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Ehmed Hesen da zanîn ku di demeke nêzîk de, hêzên Turkiyê, gundên ku li Efrînê ji xwe re kiribû baregehên leşkerî ku hejmara wan 7 gund in, vedikişin.
Ehmed Hesen di çarçoveya beşdariya xwe di programa Rojeva Welat de duh 12 Tîrmeha 2026an, got, ji sala 2018an ve heta niha her 5 gundên Efrînê (Basilê, Çiyê, Şêxorzê, Dêrwîş û Cilbirê) ji vegera şêniyên xwe qedexekirî ne û biryar e malbatên wan gundan vegerin ser cî û warê xwe.
Hesen diyar kir ku hejmara wan malbatan 400, dê vegerin her 5 gundên navbûrî. Ji bilî wan gundan, baregehên leşkerî li gundên Kîmar û Serê Kaniyê ku bi Kefircenê hatiye terîbkirin jî, dê vekişin.
Ehmed Hesen her weha behsa mijareke din kir û got ku heta niha hîn tu pêşketin di doseya girtiyan de çênebûye, li seranserî Sûriyê zîndan hatin spîkiririn tenê zîndên Efrînê spî nebûne.
*Rêjeya Kurdan
Serokê Xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Ehmed Hesen tekez kir ku rêjeya Kurdan li Efrîn, navçe û gundên wê bûye zêdetirî 90%, û hejmara erebên hawirde gelekî kêm bûye, tevî wê yekê jî, malbat rastî binpêkirin û zêdegaviyan tên û zehmetiyan di vegerandina malên xwe de dibînin, hin erebên hawirde banga 500-3000 dolarên Emerîkî li hember radestkirina malan dikin.