Dr. Ebdulhekîm Beşar: Diviyabû posta cîgirê serokê Encûmena gel ji Kurdan re ba

Dr. Ebdulhekîm Beşar: Diviyabû posta cîgirê serokê Encûmena gel ji Kurdan re ba

Welat TV - Hewlêr 

Endamê Encûmena Gel a Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Beşar daxuyaniyek derbarê berbijêrkirina xwe bo posta cîgirê serokê Encûmena gel belav kir, û got diviyabû ew post bo Kurdan ba.

Dr. Ebdulhekîm Beşar got, di çarçoveya hebûna Kurdî di desthilata dadwerî ya Bilind û di her posteke serwer a Hikûmeta Sûriyê de, û tevî ku endamên Encûmena Gel beriya demekê li ser tevaya postan li hev kiribû, lê berbijêrkirin ji bo cîgiriya Serokê Encûmena Gel nameyeke siyasî bû ku divê ev post ya Kurdan be.

Beşar got jî, ew û hevkarên xwe yê din li ser berevaniyê di ber doza xwe de li hundir Encûmena Gel, bi hemû şêweyên demokratîk yên rewa, rijd in.

Endamê Encûmena Gel a Sûriyê Dr. Ebdulhekîm Beşar di dawiyê de got, pirsa rewa ew e, gelo Hikûmet dê hevpariya rasteqîne a Kurdan di dewlet û Hikûmetê de bipejirîne, yan dê serederiyeke din li gel bike, ev yek jî, pêşeroj dê eşkere bike.