Malpereke Emerîkî: Trump daxwaz ji Netanyahu kiriye ku ji Sûriyê vekişin
Welat TV - Hewlêr
Malpereke Emerîkî da zanîn ku Serokê Emerîkayê Donald Trump ji serokwezîrên Israîlê Benjamin Netenyahu xwestiye ku ji xaka Sûriyê vekişin.
Malpera Axios a Emerîkî ji berpirsine Emerîkî û Israîlî vehuhestiye ku Donald Trump pêwendiyeke telefonî li gel Netenyahu encam daye, û jê xwestiye ku hêzên Israîlê dest bi vekişanê ji xaka Sûriyê û Libnanê bikin.
Li gorî malperê, Trump gotiye ku hebûna leşkerî ya Israîlê li xaka Sûriyê girjiyan dirust dike û eger heye bibe sedema zêdebûna alozî û girjiyan li deverê.
Nivîsgeha Netenyahu daye zanîn ku Netenyahu gotiye ku pêwîstiya Israîlê bi deverên ewlehiyê li ser dirêjahiya sînor heye.