Sibe dawîn karwanên koçberkiriyan vedigere Efrînê

Sibe dawîn karwanên koçberkiriyan vedigere Efrînê
Wêne.. Malbatên Efrînê di Adarê de pêşwaziya kesûkarên xwe dikin

Welat TV - Hewlêr 

Karwanê dawîn ê Koçberkiriyên Efrînê ji Qamişlo û Hesekê berê xwe dide cih û warê xwe.

Endamê Tîma Serokatiya Sûriyê Mustefa Ebdî ji Welat TV re da zanîn sibe Pêncşemê 16ê Tîrmeha 2026an, karwanê 9emîn ê koçberkiriyên Efrînê ji Qamişlo, Hesekê, berê xwe dide cih û warê xwe li Efrînê.

Ebdî diyar kir, biryar e ku ev karwan ê dawîn be.

Di 10 Hezîrana bûrî de karwanekî koçberkiriyên Efrînê ji Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê berê xwe dabû Efrînê û nêzîkî 1700 malbatî li xwe digirt.

Di mehên Adar û Nîsan û Gulanê de 6 karwan ji Cizîrê û karwanek ji Kobaniyê jî vegriyabûn Efrînê.