Wezîrê Xwendina Bilind û parêzgarê Hesekê rewşa xwendinê gotûbêj kir
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Xwendina Bilind a Sûriyê û Parêzgarê Hesekê rewşa xwendinê li parêzgehê gotûbêj kir.
Wezîrê Xwendina Bilind Merwan Helebî li Şamê li gel parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed civiya.
Li gorî daxuyaniyekê ji Wezareta Xwendina Bilind, di civînê de rewşa xwendinê li Hesekê, û kolêjan û pêwîstiyên wan yên sereke hatin gotûbêjkirin.
Her weha tekezî li ser giringiya peydakirina mercên guncaw ji bo başkirina rewşa perwerdeyê û bihêzkirina warê ekadîmî li Hesekê hate kirin.