Cîgirê Parêzgarê Hesekê: Sibe derdora 1000 malbatî vedigerin Efrînê
Welat TV - Hewlêr
Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê ji bo bicîkirina rêkeftina 29ê Çileyê Ehmed El-Hîlalî ragihand ku sibe derdora 1000 malbatî ji parêzgeha Hesekê vedigerin Efrîn û diyar kir ew dawîn karwanê vegerê ye.
Ehmed El-Hîlalî da zanîn ku ew karwan sibe demjimêr 7ê sibehê bi serperiştiya tîma serokatiyê û hêzên ewlehiya navxwe yên Hesekê ji bajarê Qamişlo derdikeve.
El-Hîlalî diyar kir ku ew karwan dawîn malbatên Efrînê yên ku li Hesekê li xwe digire, ku ji ber ezmûnên xwendinê, demsala çinînê û hin karên din nikarîbûn tevlî karwanên vegerê yên berê bibin.
Di mehên Adar, Nîsan û Gulanê de 6 karwanên koçberkiriyên Efrînê ji Cizîrê û karwanek ji Kobaniyê vegriyabûn Efrînê.