Karwanê dawî yê koçberkiriyan ji Qamişlo û Hesekê vedigere Efrînê
Welat TV - Hewlêr
Karwanê 9emîn ê Koçberkiriyên Efrînê di çarçoveya rêkeftina 29ê Çileyê ya HSD û Hikûmeta Sûriyê de, ji Qamişlo û Hesekê vegeriya Efrînê.
Ev Karwan yê dawîn e û bêtirî 1000 malbatî li xwe digire, hin malbat nêzîkî 9 salan e ji Efrînê koçber bûbûn.
Di 10 Hezîrana bûrî de, karwanê heştemîn ê koçberkiriyên Efrînê ji Qamişlo, Girkê Legê û Dêrikê berê xwe dabû Efrînê û nêzîkî 1700 malbatî li xwe digirt.
Cîgirê Parêzgarê Hesekê û Berdevkê Tîma Serokatiya Sûriyê Ehmed El-Hîlalî ragihand ku ev karwanê nihemîn yê dawiyê ye.